Ji bona zîyareta umreyê şerta testa PCR, vaksîn û qerantînayê hat rakirin

Ji ber pandemîya Covîd-19ê di zîyaretên hec û umreyê de ji bona şertên hêjmara vaksîn û PCRyê gelek nûtî hatibû kirin. Li gorî qirara ku nû hatîye girtin, ji bona zîyaretkirina umreyê şertên vaksîn, PCR û qerantînayê neyê xwastin.

Ekleme: 23.03.2022 09:30:32 / Güncelleme: 23.03.2022 09:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bireveberîya Siûdî di sala 2021ê de qirar girtibû kesên ku du doz vaksîn bûne dikarin îbadetên xwe bikin, dû re şertê di nav 48 seatan de qirara PCRê yê ku negatîf derketibe jî dikarin zîyaret bikin girtibû.

Ji teref bireveberîya Siûdî ve hat daxuyandin ku ji derveyê welat kesên ku daxwaz bikin bên hec û umreyê bikin bê PCR, bê vaksîn û bê qerantîna dikarin zîyaret bikin.

Ji teref Wezareta Tenduristî yê Tirkîyeyê ve jî hat daxuyandin ku namzedên ku ji derveyê welat ji hec û ji umreyê bên dikarin bê PCR, bê vaksîn û bê qerantîna bikevin nav welat. (ÎLKHA)