Serwîsa karkeran û tir li hev qelibîn: 11 birîndar

Li Duzceyê serwîsekê karkeran û tirek li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.

Ekleme: 09.03.2022 10:50:29 / Güncelleme: 09.03.2022 10:50:29 / Xeberen Kurdi / Düzce Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li mînîbûsekê serwîsa ku karker tê de bûn li cîhê Doganliya ku li ser rêya D-100a Enqereyê ye li tireke ku ji febrîqeyekî derdiket qelibî.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de 11 karker birîndar bûn û wan birîndaran jî bi ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)