Li Îranê balafira herbê ket: 3 mirî

Hat destnîşankirin ku li bajara Tebrîza Îranê balafireke herbê yê ku bi tîpa F5 ket xwarê.

Ekleme: 21.02.2022 11:50:29 / Güncelleme: 21.02.2022 11:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mucteba Xaledîyê Berdevkê Serwîsa Acîla Îranê derheqê meselê de daxuyanîyek da û weha got, “Di encama qezayê de mirina 3 kesan hat teyîdkirin”

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di nav wan kesên ku canê xwe ji dest dane de ji wan 2 kesan balafirvan in.

Hat ragihandin ku balafir li dîwarekî dibistanê qelibî.

Ji teref daîreya minasebetên xelqê bingeha ku li Tebrîzêye ve hat daxuyandin ku sedema qezayê tê lêgerînkirin.

Mazîra Motamedîyê muxabîrê El Cezîreyê yê Îranê, di hîsaba medyaya xwe ya civakî de daxuyand ku di encama ketina balafirê de mirina 3 kesan hat teyîdkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat gotin dema ku balafir ket li erebeyekî jî xist û ji ber vê yekê mirovekî yê ku di nav erebeyê de rûdinişt jî canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)