Li Kamerunê di stadyûmê de îzdîham pêk hat: 8 mirî

Li Kamerunê misabeqeya Kupaya Neteweyî ya Efrîqayê hat tertîpkirin, di encama bernamê de ji ber zêdebûna milet îzdîham pêk hat û herî kêm 8 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 25.01.2022 13:15:32 / Güncelleme: 25.01.2022 13:15:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Yaoundeyê paytexta Kamerunê di Stayûma Paul Bîyayê, pitşvan ji bona ku misebeqeta fitbola Kupaya Neteweyî ya Efrîqayê temaşe bikin li stadyûmê kom bûn, stadyûm jî ji ber zêdebûna piştvanan hilweşîya.

Hat destnîşankirin ku ji stadyûmê re gelek ekîbên tendurîstî û polêsan hatin sewqkirin.

Li gorî dîyarîyên ku ji teref ekîban ve hatine dayîn, di encama îzdîhamê de jê yek zarok tev de herî kêm 8 kes mirin, dîsa di nav wan de zarok bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ji teref rayedaran ve hat destnîşankirin ku kapasîteya stadyûmê ji bona 60 hezar kesan e, lê ji ber misabeqetê 80 hezar kes beşdarê misabeqetê bûn û ji ber vê yekê îzdîham pêk hat. (ÎLKHA)