Li Malîyê êrîş li bingeha leşkerî hat kirin: Ji leşkerên Fransayê yek mir û 9 leşker jî birîndar bûn

Ji teref rayedarên Fransayê ve hat ragihandin ku bi topa hewayê êrîş li bingeha Goayê ya li Malîyê hat kirin, di encama êrîşê de leşkerek mir û 9 leşker jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.01.2022 09:40:27 / Güncelleme: 24.01.2022 09:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji Seraya Elyseeyê hatîye dayîn, li Malîyê leşkerekî yê ku di bin sîwana Operasyona Barkhaneyê de ye di dema êrîşê de mir.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku 9 leşker jî di encama êrîşê de birîndar bûn.

Di 8 salên dawîn de hêjmarê leşkerên Fransayê yên ku hatin kuştin bû 53 kesan.

Fransa di meha Tebaxa sala 2014an de li Malî, Burkîna Faso, Morîtanya, Nîjer û Çadê bi beheneya micadeleya li rêxistinên bi çekan operasyonek dabû destpêkirin. (ÎLKHA)