Êrîş li Baregaha Amerîka ya li Iraqê hat kirin

Li Bexdaya Paytexta Iraqê, bi fuzeyan êrîş li Baregaha Leşkerîyê ya Vîctoryê ku leşkerên DYAyê lê de dimînin hat kirin.

Ekleme: 05.01.2022 12:20:26 / Güncelleme: 05.01.2022 12:20:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li herêmê piştî teqînê dengên sîrenê hat bihîstin. Derheqê meselê de ji teref rayedaran ve daxuyanîyek nehat belavkirin.

Hat ragihandin ku di dema êrîşê de sîstema parastina C-RAMê hat çalakkirin.

Du roj berê jî li Baregaha Leşkerîya Vîctoryê bi balafirên bêînsan êrîş hatibû kirin û li bingeha Ayn el-Esedê jî êrîş hatibû kirin. (ÎLKHA)