Li Rûsyayê xwendekarekî di mektebê de bombeya li ser xwe teqand

Xwendekarekî ku xwendekarê mekteba Rahîbe ya Ortodoxê ya li bajara Serpukhovê di mektebê de bombeya li ser xwe teqand, di encama teqînê de 8 kes birîndar bûn.

Ekleme: 13.12.2021 15:20:25 / Güncelleme: 13.12.2021 15:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Olga Vradîya Alîkara Serokê Midirtîya Giştî ya Komîteya Lêpirsîna Herêma Moskow a Federasyona Rûsyayê ve hat daxuyandin ku kesê ku bombeyê teqandîye xwendekarekî 18 salî ye.

Vradîy dîyar kir ku xwendekar li ber derê mektebê bombeyê teqand û di encama teqînê de 8 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)