Di encama qezaya ku pêk hat de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Midyada Mêrdînê 3 wesayît li hev qelibîn.

Ekleme: 13.12.2021 10:05:27 / Güncelleme: 13.12.2021 10:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza doh di wextên nîvro de li ser 3yemîn kîlometreya rêbeja Midyad-Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  otomobîla bi plaqeya 21 AC 501 a ku ji Midyadê ber bi Mêrdînê ve diçû li du wesayîtan qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de kesek kesa bi navê Emîne Canturk canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)