Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber bager û bahozê mirin derket 70 kesan

Hat ragihandin ji ber bahoz û bagera ku li Amerîkayê rabû hejmara kesên ku can da derket 70 kesan.

Ekleme: 12.12.2021 13:15:30 / Güncelleme: 12.12.2021 13:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serwîsa Rewşa Hewayê ya Neteweyî ya Amerîkayê roja înê ji bo parêzgehên mîna Kentucky, Arkansas, Tennessee, Missouri û Illinois hişyarîya bager û bahozê kiribû.

Walîyê Kentuckyê Andy Beshear derbarê mijarê de destnîşan kir, li bajêr 4 bager rabûne ku ji ber vê yekê herî kêm 70 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)