IHO EBRAR ji kesên sêwî re alîkarîya cil û bergan kir

Rêxistina alîkariya însanî ya navneteweyî ÎHO EBRAR li navçeya Midyada Mêrdînê ji 174 zarokên sêwî re alîkariya kincên zivistanê kir.

Ekleme: 28.11.2021 09:30:32 / Güncelleme: 28.11.2021 09:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rêxistina alîkariya însanî ya navneteweyî IHO EBRAR ku navenda wê li Hollandayê ye xebatên xwe yên alîkariyê yên li welêt didomîne. ÎHO EBRAR'ê ji bo gihandina alîkariyên ku ji xêrxwazan hatine komkirin ji bo malbatên hewcedar hilda ser milên xwe, cil û bergên zivistanê ji 174 zarokên sêwî yên ku ji aliyê Komîsyona Alîkariyê ya Nûnertiya Midyadê ve hatibûn diyarkirin, belav kir.

Cilên zivistanê yên ku bi alîkariya Şaxa Jinan a Mizgefta Seîd Nûrsî ya Londonê hatin kirîn di bernameya hat lidarxistin de ji bo sêwiyan hatin belavkirin.

Ji nûnerên Tirkiyeyê yên ÎHO EBRAR'ê Hatîp Aslan, der barê rêxistina alîkariyê de jî diyar kir ku wan beriya zivistanê li herêmê ji bi hezaran zarokên sêwî  re alîkarîya cil û bergan kirine û bal kişand ser girîngiya alîkariya ku ji êtîman re tê kirin.

Aslan di berdewama axavtina xwe de  wiha got: "Em wek nûnerên ÎHO EBRAR'ê li Midyadê ne. Bernameya me ya îro ew e ku em cil û bergên zivistanê yên ku ji teref Şaxa Jinan a Mizgefta Seîd Nûrsî ya Londonê hatin kirîn li malbatên xwe yên sêwî belav dikin. .Em qapît, destik, cil û bergên zivistanê ji êtîman re belav dikin, ev yek karekî pir bifeyde û xweş bû.Alîkarî ji bo gelê me wek derman e. Bi taybetî di vê heyama pandemîk û krîza aborî de alîkariyên bi vî rengî ji bo gelê me wekî derman in.Em ji xêrxwazan re dibêjin her zarokek di her kêliyê de dikare sêwî bimîne. Divê hûn li ser vê yekê hesas bin. Ger em ji aliyê însanî ve bifikirin, hema hema mafê hemû feqîr û sêwîyan li ser sifreya me heye.Divê ev yek were şopandin. Bi rastî, Pêxemberê me (s.x.l.) ji bo wan kesên ku alîkarîya sêwiyan kirine, gotiye “Ez û wan kesan mîna van her du tilîyan li cennetê li ba hev bin.” Ev yek karekî gelek zêde bi xêr e.Malbatên zarokên ku alîkariya wan hat kirin û cil û berg li wan hat belavkirin ji bo alîkariyê spasiya xwe anîn zimên û  ji xêrxwazan re dua kirin. (ÎLKHA)