Li Boluyê 60 xwendekar bi gumana jehrêketinê hatin rakirin nexweşxanê

Li Boluyê 60 xwendekarên ku ji bo kampê li otêlekê diman bi gumana jehrîbûna xwarinê hatin rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku tedawiya xwendekaran dewam dike.

Ekleme: 17.11.2021 22:31:02 / Güncelleme: 17.11.2021 22:31:02 / Xeberen Kurdi / Bolu Haberleri
Destek için 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di saetên êvarê de  bi 60 xwendekarên dibistaneke taybet ên ku ji bo nirxandina betlaneya navîn çûn otêlekê li herêma Çiyayê Boluyê gilîyên wek gêjbûn û vereşînê hat dîtin.

Xwendekar bi ambûlansên 112 Tenduristiya Lezgîn û wesayîtên taybet hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Hat hînbûn ku rewşa xwendekarên ku bi gumana jehrîbûna xwarinê dihatin tedawîkirin baş e.

Ji xwarin û ava otêlê ji bo lêkolînê nimûne hatin girtin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)