Li Çewligê telebeyên ku ji teref ÎTTTÎHADUL ULEMAyê ve hatin perwerdekirin îcazetên xwe girtin

Li Çewligê ji bo 21 telebeyên ku îlmê medresê qedandine merasîma îcazetê hat tertîpkirin.

Ekleme: 08.11.2021 17:05:36 / Güncelleme: 08.11.2021 17:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alimên herêmê, temsîlkarên STKyan û malbatên telebeyan beşdarî bernameyê ya li Mizgefta Medîneyê ya Çewligê bûn.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û bi qasîdeyan berdewam kir.

Di bernamê de Mele Sahîp Korkutatayê endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê axavtina vekirinê kir, Korkutata di axavtina xwe de destnîşan kir, alimên ku  warîsên pêxêmberan in li dijî xirabîyên ku i teref neyarên Îslamê ve tên kirin , komelê îhya dikin..

Molla Enwer Kılıçarslanê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî di merasîmê de axavtinek kir û di axavtina xwe de bala civakê kişand li ser mûhîmtîya îlmê û destnîşan kir,kesên ku xwedîyê îlmê ne wexta ku îlma xwe bi însanan re parve bikin ew çax pêwîstîya îlmê bi cîh tînin.

Molla Beşîr Şîmşekê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHAUL ULEMAyê destnîşan kir ku di tarîxê da tesîra medreseyan di îhyabûna civakê de gelek mezin e.

Şîmşek di peyama xwe da weha got, “Ji bona ku em dixwazin dînê xwe biparêzên lazim e ku em li medreseyan xwedî derkevin. Ez li vê derê ji alim û xoceyan re bang dikim, li medresayan bila îlmê ’aletê tenê nedin hînkirin, ji bona ku em ji komelê re serokatîyê bikin, lazim e ku em bi talebeyan komelê jî baş bidin xwendin. Lazim e ku pirsgirêk, zehmetî û nexwaşîna komelê baş bê xwandin û bi îlmê xwe ji bona wan tiştan bibin derman. Ji bona ev tişt bê kirin lazim e ku em ji komelê pêştir bin. Lazim e ku em xwedîyê aqîdeyeke saxlem bin, lazim e ku em heyata pêxember baş hîn bibin.”

Molla Abdurrahman Ekîncîyê endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê, ji malbatan re bang kir ku bila sebîyên xwe bişînin medreseyan .

Di dawîya bernamê de ji 21 talebeyên ku li medreseyên ÎTTÎHADUL ULEMAyê îlmên xwe qedandine re îcazet hat dayîn. (ÎLKHA)