Malbatên Yûsifîyan hest û ramanên xwe parve kirin

Yûsifîyên bi navê Îbrahîm Xelîl Gov û Abdullah Zengînê ku berî vê 29 salan ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî di salên 90î de hatibûn girtin 29 salan di zindanê hatin girtin doh bi şerta serbestiya bi çavdêrî hatin berdan.

Ekleme: 08.11.2021 12:05:30 / Güncelleme: 08.11.2021 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Malbatên ku doh lawên xwe li ber girtîgehê pêşwazî kirin heta seat 13.50î li ber girtîgehê li benda lawên xwe man.

Mela Hemdîn Zengînê ku bavê Abdullah Zengîn e derbarê mijarê de wisa got: “Ev bû 29 sal ku lawê min di girtîgehê de tê girtin. Dema ku em dihatin ziyareta lawê xwe me gelek zêde zehmetî dikşand. Gelo ji Rihayê hatin û çûyîn hêsan e? Naxêr. Lawê min di girtîgehên li Bîngol, Riha, Semsûr, Edene, Elbistan û Diyarbekirê de hat girtin.”

“Ev bû 30 sal ku em di rêyên girtîgehan de diçin û tên”

Mehmet Govê bavê Yûsifîyê bi navê Îbrahîm Xelîl Gov jî derbarê mijarê de wisa axivî: “Di berf û beranê de ev bû 30 sal ku em diçin û tên. Lawê min di girtîgehên li Diyarbekir, Bîngol, Entabê, Edenê, Semsûrê de hat girtin. Hema serê 15 rojan an jî serê mehekê carekê em diketin rêyan. Lawê min bes ji ber ku Quranê dixwand û Îslamê ji xelqê re digot hat girtin.”(ÎLKHA)