Berfê çiyayên welat spî kir

Li hinek bajêrên welêt sermahî dest pê kir û berfê çîyayên Agirî, Erzirum û Erzîncanê spî kir

Ekleme: 30.10.2021 12:05:26 / Güncelleme: 30.10.2021 12:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navenda Agirîyê derdorê serê sibê baran barî û li çîyayên Agirîyê jî berf barî, gund û zozanên çîyayê Dîyadînê ji ber berfê spî bûn.

Li Erzîncanê jî barana ku li navenda bajêr dibarî li serê çîyayan bi şeklê berfê barî, ji ber berfê li navçeya Çayirliyê kêrîya mêşinan li çîyê asê ma.

Tê diyarkirin ew ê berf tesîra xwe li welat bidomîne.

Rayedar ji welatîyan daxwaz dikin ku li xwe miqate bin. (ÎLKHA)