Li Ekvadorê ku protestoyên li dijî hikûmetê didomin hejmara binçavkirinan derket 37an

Bi sedan xwepêşandêrên ku li navenda dîrokî ya paytext Quîtoya ku qesra hikûmetê Carondelet lê ye li hev civiyan, bertek nîşanî polîtîkayên aborî yên hikûmetê dan.

Ekleme: 28.10.2021 10:25:24 / Güncelleme: 28.10.2021 10:25:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xwepêşandêrên ku li bajarên girîng ên welêt gelek rê ji trafîkê re girtin, di nava rojê de xwepêşandêr û  hêzên ewlehiyê pev çûn. Ji ber bûyerên ku di çalakiyên protestoyî yên ji duh ve dewam dikin de 8 polês birîndar bûn û 37 xwepêşander jî hatin binçavkirin. Hêzên polîs û artêşê yên ku li derdora Qesra Serokomariyê tedbîrên tund girtin, duh jî bi ava şid û gaza îsotê bersiv dan xwepêşanderên ku xwestin benda ewlehiyê hilweşînin.

Zêdebûna bihayê sotemeniyê li welêt bû sedema berteka gelek sendîkayan, bi taybetî nûnerên herêmî û xwepêşandanên ku ev demeke didomin. (ÎLKHA)