Li Yemenê êrîş li baregeha leşkerî hat kirin: 40 mirî 60 birîndar

Hat ragihandin li Yemenê êrîş li baregaha leşkerî ya ku di bin kontrola hêzên koalîsyona ku Erebistana Siûd destekê didiyê de ye hat kirin.

Ekleme: 29.08.2021 17:30:28 / Güncelleme: 29.08.2021 17:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa ku li baregehê hat kirin de 40 leşker canê xwe ji dest dan û herî kêm 60 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş bi mûşekan hatiye lidarxistin.

Kesên ku di êrîşê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)