Welatî ji heqê ceyranê yên ku zêde tên re bertek nîşan dan

Diyarbekirî ji heqên ceyranê yên ku zam lê hat kirin re bertek nîşan dan û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Ekleme: 25.08.2021 11:40:32 / Güncelleme: 25.08.2021 11:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di bergeha qerara ku ji teref Sazîya Verastkirina Pîyasaya Enerjîyê ve hat dayîn de ji yekê Tebaxê pêve zam li heqê ceyranê hat kirin ku ji ber vê qerarê heqê ceyranê welatîyan du qet zêde hat ku ev yek welatîyan him êşand û him jî aciz kir.

Welatîyên ku destnîşan kirin ew bi destheqê kêmtirîn dixebitin ji ber zêdebûna heqê ceyranê nizanin çi bikin, lewra heqê ceyrana  wan vê mehê du qet zêdetir hatiye. Li gorî welatîyan standina bacên mîna TRT û yên din neheqî ye û mexdûrîyeta wan a heyî zêdetir dike.

Welatî her wisa daxwaz dikin ku ev zamn bên betalkirin, lewra ew nikarin ji heqê ceyranê derkevin.

Welatîyên Diyarbekirê ji zamên ku hatin kirin re wisa bertek nîşan dan:

Mehmet Veysî Acar: Li cihekî mîna Diyarbekirê ji kesekî ku bi destheqê kêmtirîn dixebitî re 200-250 TL heqê ceyranê tê ku ev yek barekî giran e.

Burhan Arol: Zamên ku tên kirin û bacên ku tên standin neheqî ye.

Mehmet Nurî Bîlgîç: Ji sedî 17 zam li heqê ceyranê hat kirin ku ev yek li ser milê me barekî giran e.

Omer Onen: Zama ku hatiye kirin pir zêde ye.

Adem Dalgiç: Ji ber zam û faturayan em êvaran nikarin razin.

Haci Çapan: Divê zam bên betalkirin û fatura bên sererastkirin.

Cîhat Arpa: Digel ku ceyrana min neqaçax e jî heqê ceyrana qeçac ji min tê birîn. Ji ber vê yekê ez mexdûr im.

Recep Yapici:Em heqê mutfaxê didin heqê ceyran û avê.(ÎLKHA)