Wezîrê Tenduristîyê: 2 doz vaksîna mRNA piştî demekê dibe ku taybetîya xwe ya parastinê winda bike

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyeyê derheqê vaksînên coronavîrusê de daxuyanî da.

Ekleme: 19.08.2021 10:25:28 / Güncelleme: 19.08.2021 10:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Koca di daxuyanîya xwe de balan kişand li ser wextê tesîra vaksînên ku li  nexweşên coronavîrusê tên dayîn û destnîşan kir: “2 doz vaksîna  mRNA piştî demekê dibe ku taybetîya xwe ya parastinê winda bike ku divê welatî demildest doza sêyemîn a vaksînê li xwe bidin.”

Ev daxuyanîya Wezîr Koca di nava raya giştî de bû sedema nerihetîyê, lewra welatî şikdar in ku ev dozên vaksînê piştî doza 3yemîn wek ya 4-5-6emîn jî berdewam bike.(ÎLKHA)