Yapicioglu beşdarî tazîyeya Celal Gulê Serokê Bajara Bidlîsê yê HUDA PARê bû

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û lijneya pê re pêkve beşdarî tazîyeya Celal Gulê Serokê Bajara Bidlîsê yê partîya xwe yê ku berî vê sê rojan wefat kiribû, bûn.

Ekleme: 07.08.2021 10:05:29 / Güncelleme: 07.08.2021 10:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu û lijneya pê re ji teref malbata Gul ve hatin pêşîwazîkirin. Yapicoglu di tazîyeyê de ji Xweda ji bo merhûm rehmet û ji bo nasên wî jî sebrê daxwaz kir û dû re çû serdana qebra rehmetî û li ser rûhê wî fatîha xwend.

Yapsicioglu piştî serdana qebra Gul, çû mala rehmetî û bi xanima rehmetî re hevdîtinek kir û  sersaxîyên xwe ji bo wê anî zimên.(ÎLKHA)