​Sepana meala bidengkirî ya Qurana Kerîm di androîdê de hat weşandin

Li Diyarbekirê Kurdekî bi navê Ronî Bedirxan û çend hevalên xwe sepana mobîl a bi navê “Qurana Kurdî” amade kirin.

Ekleme: 29.04.2021 16:55:41 / Güncelleme: 29.04.2021 16:55:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bedirxanê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir, ji ber ku kêmasî di warê mealê de hebû ew biryar dane ku bi zimanê Kurdî mealekê amade bikin û bi deng bikin. Bedirxan dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sala borî hevalekî min di meha Remezanê de xwest ku meala Quranê bi Kurdî guhdar bike.Lê belê dema ku me li androîdê mêze kir me sepaneke bi kurdî di vî warî de nedî. Ji ber vê yekê fikra amadekirina sepaneke wisa bi me re çêbû. Ji bo bidengkirinê me hevalekî me yê ku dengê wî zelal û xweş e eyar kir û teqrîben nêzî 3-4 mehan deng qeyd kir û kedeke mezin di vê pêvajoyê de da. Di netîcê de me xebata xwe amade kir û di vê Remezanê de da weşanê.”

“Xweda nesîb bike em ê li ser zaravayên Zazakî û Soranî jî bixebitin”

Bedirxan di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, Kurdek him dikarî Quranê bi Erebî bixwîne û him jî meala wê bi Kurdî guhdar bike. Bedirxan dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda nesîb bike em ê li ser zaravayên Zazakî û Soranî jî bixebitin. Em bi dildarî vê xebatê dikin.Tu hêvîya me ji hêla maddîyatê ve ji vê xebatê tune ye. Bes me xwest, dema gelê me bixwaze kelama Xwedê guhdar bike bila îmkaneke wisa li ber destên wan hebe. Di hedefa sepan û xebata me de ew kesên ku bi Tirkî nizandin hene. Lewra kal û pîrên me hêj bi Erebî û Tirkî nizanin. Me bi vê kêmasîyê valahîyeke mezin tije kir û ji ber xebata me bertekên musbet ji me re hatin nîşandan û xelqê sepana me eciband.Ez hêvî dikim ku em gihaştibin armanca xwe.”(ÎLKHA)