Peyama sersaxiyê ya Barzanî ya ji bo koça dawî ya Dr. Necmedîn Kerîm

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Dr. Necmeddîn Kerîmê Walîyê berê yê Kerkukê peyama sersaxîyê weşand.

Ekleme: 02.11.2020 10:30:19 / Güncelleme: 02.11.2020 10:30:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî bi navê xwedayê mezin û dilovan dest bi peyama xwe kir û wiha got:” Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Dr. Necmedîn Kerîm gihîşt min. Bi vê nûçeyê gelek dilteng û xemgîn bûm.

Serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Necmedîn Kerîm dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar dikim ku rehmetî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”(ÎLKHA)