Mesûd Barzanî bi helkefta bîranîna sîh û du salîya Enfala Behdînan peyamek belav kir

Di salvegera 32yemîn a Enfala Behdînan de ji teref Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 25.08.2020 23:55:07 / Güncelleme: 25.08.2020 23:55:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; tawana Enfala Behdînan berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku rejîma berê yê Iraqê bi mebesta qirkirin û ji navbirina gelê Kurdistanê li salên heştiyên sedsala bîstem da li navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê encam da.

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser sedema qetlîama ku berî vê 32 salan hat kirin û wiha got: “Mebesta wan ewe bû li rêya zorê û jenosayd û enfal û guherîna demografya ve dawiyê bi hebûna gelê Kurdistanê bînin. Lê belê xweragiriya xelkê Kurdistanê rêya wê yekê girt ku ew plana şûm û nemirovane ser bigrê.”

Temamê peyama ku hatiye weşandin:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Tawana Enfala Behdînan berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku rejîma berê yê Iraqê bi mebesta qirkirin û ji navbirina gelê Kurdistanê li salên heştiyên sedsala bîstem da li navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê encam da. Li 25ê Tebaxa 1988 heta 6 Eylûla 1988 da beşeke zêdeyê navçe û gundên devera Behdînan ketine ber helmeta nemirovaneya kîmyabarankirin û girtin û kuştin û veguhestin û enfala welatiyên bê tawan ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Iraqê da. Bi hezaran kes şehîd û bêserûşûn û koçber kirin û sedan gund jî rûxandin.

Mezintirîn kêşeya rejîmên berê û neyarên Kurdistanê, hebûna gelek bû ku xwediyê dîrok û cografya û taybetmendiyên neteweyî bû. Mebesta wan ewe bû li rêya zorê û jenosayd û enfal û guherîna demografya ve dawiyê bi hebûna gelê Kurdistanê bînin. Lê belê xweragiriya xelkê Kurdistanê rêya wê yekê girt ku ew plana şûm û nemirovane ser bigrê.

Li bîranîna karesata Enfala Behdînan da tekez li ser rewayetiya maf û daxwaziyên gelê xwe dikîn û pêwîste jî dewleta Iraqê qerebûya wan hemû tawan û karesatan bike ku li sedsala derbasbûyî de li ser gelê Kurdistanê de aniye.

Li vê bîranîna tehl da silav ji bo giyanê pakê şehîdên Enfala Behdînan û Germiyan û Barzan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînîn û radigihînîn ku tu demekê wê zulm û êş û tawanan ji bîr nakîn ku li dijî gelê me da hatine kirin.(ÎLKHA)