Neteweyên Yekbûyî:Di keştîya ku li nêzî Lîbyayê binav bû de 45 koçber canê xwe ji dest dan

Di encama keştîya ku li nêzî Lîbyayê di Behra Spî de binavbû de 5 jê zarok 45 koçber canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 20.08.2020 13:45:07 / Güncelleme: 20.08.2020 13:45:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

  Derbarê mijarê de ji teref  Komîsertîya Bilind a Penabera a Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 17ê Tebaxê de li nêzî bajara Zuvaraya Lîbyayê keştîyeke ku penaberan vediguhast binavbû. Di encama bûyera ku pêk hat de 5 jê zarok  45 koçber canê xwe ji dest dan û 37 koçber jî hatin rizgakirin.(ÎLKHA)