Mizgefta Ayasofya bi tîlaweta Qur’ana Kerîm ji îbadetê re hat vekirin

Mizgefta Ayasofya ya ku di sala 1453yan de ji teref Fatîh Siltan Mehmet bi fetha Stenbolê hat kirin camî û di sala 1930yan bi hinceta tamîratê hat girtin û di sala 1934an de jî hat kirin muze piştî 86 salan hat vekirin.

Ekleme: 24.07.2020 11:09:25 / Güncelleme: 24.07.2020 11:09:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî 86 salan ew ê camî bi nimêja înê ji îbadetê re bê vekirin.

Serê şeveqê derdora seat  10an de ji camîyê dengê sala û tekbîran bilind bû û dû re Qur’ana Kerîm hat xwendin. Dû re jî sûreyên Kehf, Meryemû Yasîn, Feth, Îxlas, Feleq û Nas hatin xwendin.

Welatîyên ku dixwazin nimêja înê li Ayasofyayê bikin piştî ku ji xalên kontrolê derbas dibin re derbasî qadê dibin û ji bo nimêjê cihê xwe digirin.

Ji ber Coronavîrusê bes ew ê nêzî hezar û 500 kes di hundirê camîyê de nimêjê bikin; lê ew ê bi hezaran welatî karibin di hewşa mizgeftê nimêja xwe eda bikin.(ÎLKHA)