Fermandarîya Ewlehîya Beravê: Hezar û 82 koçber hatin rizgarkirin

Piştî ku Tirkîye ji bo koçberên ku dixwazin ji Tirkîyê biçin Ewrûpayê derîyên sînoran vekirin re tevgera ku dest pê kiribû berdewam dike.

Ekleme: 07.03.2020 13:40:10 / Güncelleme: 07.03.2020 13:40:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku Behra Egeyê ji derbasbûnên koçberan bi xeter e destûr ji derbasbûnê re nayê dayîn.

Di daxuyanîya ku ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 28 bûyerên ku di navbera 28ê Sibat û 5ê Adarê pêk hatin de hezar û 82 koçber hatin rizgarkirin û 2 kesên ku qeçaxvanîya însanan dikirin jî hatin qefaltin.(ÎLKHA)