Ji ber erdhejê hejmara kesên ku li Wanê canê xwe ji dest dan derket 9 kesan

Doh li Xoya bajêra Kurdistana Îranê di mezinahîya 5.9an de erdhejek pêk hat û ev erdhej li gundên li ser sînorê yên li Wanê ve ne jî hat hîskirin.

Ekleme: 24.02.2020 08:25:11 / Güncelleme: 24.02.2020 08:25:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama erdheja ku mezinahîya 5.9 bû de li çend gundên girêdayîyê Elbaka Wanê mal xera bûn û 9 kes canê xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ji 9 kesên ku canê xwe ji dest dan tevde 3 kes zarok in. (ÎLKHA)