Ew ê li Xarpêtê 2 hezar xanî bê çêkirin

Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdorê Murat Kurum destnîşan kir li Xarpêta ku lê erdhej pêk hat 2 hezar xanîyên nû bên çêkirin û ji bo vê yekê xebat hatine destpêkirin.

Ekleme: 28.01.2020 11:30:14 / Güncelleme: 28.01.2020 11:30:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kurumê ku diyar kir li sehayê ekîbeke ku 500 kesan pêk tê xebatên tespîtkirina xisarê didomîne derbarê xanîyên ku dê nû bên çêkirin de destnîşan kir ew ê herî dereng di nava 10 rojan de li temamê bajaran xebat bi dawî bibin.

Wezîr Kurum di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li navenda Xarpêtê û navçeyên wê xanîyên ku xera bûne û zirar dîtine hene û dû re destnîşan kir, ew ê li Xarpêtê 2 hezar xanî bê çêkirin.(ÎLKHA)