Li Fransayê xwepêşandêran ceyranê qut kirin

Xebatkarên şebekaya enerjîyê yên ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û birêveberîya wî protesto kirin li Parîsa paytexta Fransayê ceyranê qut kirin.

Ekleme: 22.01.2020 13:40:11 / Güncelleme: 22.01.2020 13:40:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku xebatkar ceyranê qut kirin li Parîsê bi hezaran mal di tarîtîyê de man û seferên trênê yên ku ber bi Balafirgeha Orlyê dihatin kirin hatin sekinandin.

Qutkirina ceyranê nêzî 2 seatan berdewam kir. Enedîsê ku tedarekvanê enerjîyê ye destnîşan kir ji ber qutkirina ceyranê ya ku hat kirin nêzî 35 hezar mişterîyên wan ji meselê tesîrdar bûn.(ÎLKHA)