Xebatên lêgerînê yên zarokên ku li Sêweregê winda bûn berdewam dikin

Xebatên lêgerînê yên zarokên ku li Sêweregê ji doh ve winda bûne berdewam dikin.

Ekleme: 18.01.2020 15:45:06 / Güncelleme: 18.01.2020 15:45:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh bira û xuşkek piştî ku qarneya xwe standine re ji mektebê derketin û pêkve berê xwe dan malê. Lê belê her du birayên ku ji malê derketin di rêya mal de winda bûn û ji doh ve ji wan xeber nayê girtin.

Li gorî  agahîyên ku hatine wergirtin navê xuşk û birayên ku ji doh ve winda bûne Medîne û Bunyamîn e.

Tê diyarkirin ji ber ku dersên zarokan nebaş in ew tiryase û neçûne mala xwe. Xebatên lêgerînê ev 30 seat ku berdewam dike.(ÎLKHA)