Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Li zanîngehên Amerîkayê bertekên li hemberî qetlîam û jenosîda ku rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê dike dewam dike, hat diyarkirin ku polîsan herî kêm 2 hezar kes binçav kirin.
![Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/etnJ9RyzZDP9nHa1fKx-Cqna23Q=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/18/li-xwepesandanen-xezzeye-di-zaningehen-amerikaye-de-heya-niha-heri-kem-2-hezar-kes-hatin-bincavkirin-369098c7.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji 18ê Nîsanê vir ve li zanîngehên bi prestîj ên Amerîkayê xwepêşandanên alîgirên Filistînê tên lidarxistin.
Xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê tevî her cure zordarî û qedexeyan berdewam dikin, zexta li ser xwendekaran roj bi roj zêde dibe.
Xwendekar ji aliyê siyasetmedarên alîgirên siyonîst û her wiha ji aliyê polîs û xwepêşanderên ku piştgiriya rejîma îşxalker dikin rastî êrîşan tên.
Li hemberî xwendekaran gaz û guleyên lastîk tên bikaranîn û xwepêşander bi kelepçekirinê tên binçavkirin.
Di çalakiyan de herî kêm 2 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin ku di nav wan de gelek mamoste û profesor jî hene.
Xwepêşander daxwaz ji zanîngehan dikin ku piştevaniya agirbestê li Xezeyê bikin û pêwendiyên xwe bi şîrketên bi rêjîma siyonîst qut bikin.
Beşdarên xwepêşandanan bang li zanîngehan dikin ku "dest ji piştgiriya qirkirinê berdin". (ÎLKHA)