Ji Wanê 150 ton ard hat şandin ji Xezzeyê re

Platforma Piştgrîya Filistînê ya Wanê, 150 ton ardê ku ji 6 tiran pêk dihat şand Xezzeyê ku di bin zilm û jenosîda rejîma îşxalker de ye.

Ekleme: 20.04.2024 16:40:28 / Güncelleme: 20.04.2024 16:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ardên ku bi pereyên di kona alikarîyê ku li navenda bajêr de ji teref Platforma Piştgrîya Filistînê ya Wanê hatibû danîn de hatibû top kirin, ji bo biçe Xezzeyê derkete rê.

Torbeyên ardê ku ji Herêma Senayîya Organîze ve hatibûn barkirin tiran, ji bo şandina ber bi Xezzeyê ve hatin şandin Bendera Mêrsînê.

Mehmet Garîp Cesûrê berdevkê Platformê di heqê mijarê de peyivî û got ku, çeteyê îşxalkerê sîyonîst jenosîda xwe yê li Xezzeyê didomîne. (ÎLKHA)



Etiketler: