• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokê Hamasê Henîyye û Wezîrê Karên Derve Fîdan hevdîtinê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku di navbera Henîyye û Fîdan de hat lidarxistin de meseleyên li Xezzeyê û rêyên sekinandina êrîşên îşxalkeran û gihandina alîkarîya însanî ya ji xelkê Fîlîstînê re hatin bidestxistin.

Henîyye li gorî daxuyanîya HAMASê, Serokkomar Erdogan, ji ber axavtina wî ya ku derheqê Fîlîstînê de kir de tebrîk kir.

Henîyye bal kişand ku xelkê Fîlîstînê digel tiştên ku îşxalkeran lidardixin qerartîyên xwe bernadin û diyar kir ku divê li hember îşxal û polîtîkayên xespkirina îşxalkeran bê sekinandin.

Fîdan jî diyar kir ku welatê wî piştgirîyê dide doza Fîlîstînê û ew êrîşên îşxalkeran a li Xezzeyê qebûl nakin.

Fîdan destnîşan kir divê alîkarîya însanî jî bê kirin, êrîşên ku tênê kirin jî bi lez û bez divê bên sekinandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir