• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Digel goristana şehîdan a li Çeneqqeleyê gelo em dikarin bibêjin çi karê me bi Fîlîstînîyê heye?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterê Mêrsînê û Serokê Polîtîkayên Ciwanî yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Meclîsê de bal li ser wehşeta sîyonîstan li ser Xezzeyê kişand û fotoxrafekî Fîlîstînî yê ku di herba Çeneqqeleyê de şehîd bûye nîşan da û weha got, “Digel goristana şehîdan a li Çeneqqeleyê gelo em dikarin bibêjin çi karê me bi Fîlîstînîyê heye?”

Dînç di Meclîsê de weha axivî: “Parlamenterên bi qîmet ev fotoxrafên ku ez di destê xwe de nîşan didim, qebrên Misilmanên Fîlîstînî yên ku li Çeneqqeleyê şehîd ketine ye. Ew ji Fîlîstînê birê  ketin û ji 2 kîlometre dûrahîyê hatin û beşdarî cîhada Çeneqqeleyê bûn û şehîd ketin. Ji sedî 88ê wan ketin bin milê me û bi me re şehîd bûn. 400ê wan jî ji ber nexweşînên cuda wefat kirin. Digel goristana şehîdan a li Çeneqqeleyê gelo em dikarin bibêjin çi karê me bi Fîlîstînîyê heye? Çawa ku ew 100 sal berê ji bona ku me biparêzin ketin rê, bedêl dan, divê em jî îro ji bona birayên xwe dest bi hereketê bikin. Xelkê me li ba Xezzeyê ye. Divê em ji dengê xelkê xwe re goh bidin. Xelkê me dibêje bila minasebetên dîplomatîk yên bi sîyonîstan re bên qutkirin. Wê rojê jî Xezze dostê me bû, îro jî dostê me ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir