• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Mela Enwer: “Standina malên şîrketên ku destekê didin îşxalkeran ne caiz e”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li seranserê cîhanê desteka ku ji Filistînê re tê dayîn her ku diçe mezintir dibe. Yek ji van destekan jî ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve hat dayîn.

Mela Enwerê Serokê Yekîtîya Alim û Medreseyan di daxuyanîya xwe ya ku da de balan kişand li ser zilm û zordarîya ku ji teref îşxalkeran ve li Xazzeyê tê kirin û got “Temamê welatên Mislimanan li hember wan qetlîamên ku ji teref îşxalkeran ve li Filistînê tên kirin û tê de zarok, pîrek û biçûk û mezin tên qetilkirin li gorî hêza xwe mesûl in. Yek ji van mesûlîyetên ku ji destê Mislimanan tê û dikarin bikin boykotkirina malên wan in. Kesên ku malên wan bistînin dibe mîna wî kesê ku bûye şîrîkê cinayetên îşxalkeran. Ji ber vê yekê standina malên şîrketên ku destekê didin îşxalkeran ne caiz e.”(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir