• DOLAR 32.347
  • EURO 35.359
  • ALTIN 2505.688
  • ...
Li Dîyarbekirê piştî nimêja serê sibehê ji Fîlîstînîyan re dua hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatîya Bajara Dîyarbekirê ya HUDA PARê ve bi şîara “Di Dema Nimêja Serê Sibehê de Dema Duayê” ji bo Fîlîstînîyan bernameya duayê hat kirin.

Welatîyên Dîyarbekirê, di dema nimêja serê sibehê de di Camîya Dîclekentê ya ku li Kayapinarê ye hatin cem hev.

Welatîyan li cem hev sef girtin û tev bi hev re nimêja serê sibehê kirin. Ji bo şehîdên ku di encama êrîşên îşxalkerên sîyonîstan li Xezzeyê şehîd bûn de nimêja cenaze ya xîyabî jî hat kirin.

Piştî nimêjê dua jî hat xwendin û ji bo zefera micahîdan ji Xwedê daxwazî hatin xwestin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir