• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ebu Ubeyde: Em ji herbeka dirêj re hazir in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Tugayên Qassamê Ebû Ubeyde ji televîzyona El Cezîre re daxuyanî da

Ebû Ubeyde diyar kir ku ew ê nîşanî dijmin bidin ku hesab wê tal û dijwar be, Ebû Ubeyde got ku wan soz da ku ew ê berdêla sûcên ku li Mescîda Eqsayê û gelê Filistînê kirine bidin.

Ebû Ubeyde hişyarî da rêveberiya Amerîkayê jî. Wî destnîşan kir ku piştgiriya ku ji teref emrîka'yê ve ji teşkîlata sîyonîst re tê kirin tu firsetê nade wan.

Berdevkê Ebû Ubeyde bang li hemû cîhanê kir.

Ebû Ubeyde diyar kir ku wan bang li gelên azad ên cîhanê kir ku li ber sefaretxaneyên dijminê dagirker û emrîka'yê yên li welatên cîhanê bicivin, Ebû Ubeyde diyar kir ku dijmin îro rewşa herî xerab a 75 salên dawî tê jiyîn. .

Ebû Ubeyda diyar kir ku ew dixwazin gelê Filistînê piştrast bin ku berxwedan hê jî qadê kontrol dike û dizane kengê êrîş bike.

Berdevkê El Qassam ê destnîşan kir ku ti hêzek li cîhanê nikare berxwedana Filistînê ji holê rake, pêşî li parastina cihên pîroz bigire û hêviyên gelê Filistînê yên ji bo azadiyê ji holê rake. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir