• DOLAR 32.29
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2478.432
  • ...
Yapicioglu ji Mislimanên Cîhanê re peyama 'Filîstîn' şand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatên HUDA PARê yên di rojeva Filistînê ya piştî Operasyona Tofana Eqsayê da dewam dikin.

Di dema ku gelek serokên erdnîgariya Îslamê ji bo Filistînê peyamên yekîtiyê dan de, Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu bi teşkîlata 17 saziyên medyayê ji Televîzyona Al Watan a ku bi erebî weşanê dike re peyameke bi vîdeo şand.

Wî di peyama xwe de weha got:

“Bismilahî Wel-Hemdulîllah. Ji dema îşxalkirina axa Filistînê ve birayên me yên li wir rastî her cure zehmetiyan tên. Ji 14ê Gulana 1948an û vir ve dûçarê komkujî û êrîş bi awayekî sîstematîk û bi sazî bûne û her ku diçe zêde dibin. Rejîma siyonîstî di axên Filistînîyan de îşxalker e. Li dijî îşxalkerîyê berxwedan û micadeleya derxistina wî ya ji axa ku îşxal kiriye rewa ye. Ev ê ku ne rewa ye, berdewamkirina îşxalê ye. Mescid el-Eqsa qibleya yekem a misilmanan e. Beytûl Meqdîs pîroz e û derdora wê jî pîroz e. Quds rûmeta ummetê ye. Ji bo ku ev rûmet neyê binpêkirin çi lazim be divê bê kirin. Ev şer ne şerê Hamas û Îsraîlê ye. Ev şer ne şerê Filistîn-Îsraîl e. Ev şer ne şerê Ereb-Îsraîl e. Rejîma îşxalker êrîşî hemû misilmanan û nirxên pîroz ên Îslamê kir. Siyonîzm derdê hemû mirovahiyê ye. Lewma divê bi micadeleyekî topyekûn dawî li îşxalê bê anîtin. Bi îzna Xwedê, zû yan dereng îşxalkeran dê neçar bimînin ku axa ku îşxal kirine, bi zelîlî derkevin. Aqubet yê mitteqîyan e. Zefer ji yên ku bawer dikin re ye. Xwedê bila mizgîniya serketineke teqez bide me û serketina me nêztir bike.”

Di weşana hevpar a ku li gelek deverên dinyayê peyam hatin şandin de, temamê daxuyaniya ku ji teref Berdevkê HUDA PARê û Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli ve derbarê rojeva Filistînê de hat dayîn bi jêrnivîsa erebî hat weşandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir