• DOLAR 32.262
  • EURO 35.231
  • ALTIN 2477.704
  • ...
Tugaya Qassam: Ger êrîşa li ser Xezzeyê berdewam bike em ê êsîran înfaz bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ebû Ubeyda, berdevkê Tugaya Qassam, ji Al Jazeera re got:

«ذَٰلِكَ وَمَنْ عَاقَبَ بِمِثْلِ مَاُقِبَ بِهِ ثُمَّ بُغِيَ عَلَيْهِ لَيَيَنصُرَّهُ اللَّهُ ۗ إِنَّ اللَّهَ لَعُّهَوَهُوَهُوَ الْعَوَةٍ.

Ev gotin û hişyariyeke girîng a Qessam e!

Em wek Tabûra Qassam kesên ku bi exlaqa dînî, şer û mirovahiyê bawer in.

Fermandarê me di daxuyaniya Tofana Eqsayê de ev tişt anî ziman.

Me îman bi hiqûqên êsîran di dînê xwe yê Henîf de anîye.

Lê siyonîst di kirina cinayetan, wêrankirina malên sivîlên me, komkujiyên bi bombekirina malan de çi zarok bin, çi jin û çi kal û pîr, ti sînoran nas nakin.

Û mixabin dijminê me ji zimanê însanîyetê û exlaqî fehm nake.

Ji vê şûnda em ê bi wan re bi zimanê ku jê fehm dikin biaxivin.

Di çend saetên dawî de gelek malbat li Xezzeyê ji ber komkujiya hovane ya siyonîstên tundrew rastî bûyerên bi êş hatin û malên wan bi hemû naveroka xwe wêran bûn.

Me biryar da ku êdî vê yekê rawestînin.

Bi xemgînî dibêjim, ji niha û pê ve, ji bo her bombeya ku li Xezzeyê bê avêtin, em ê yek ji rehîneyên me yên sivîl îdam bikin. Û mixabin em vê yekê bi dengekî bilind û li ber kamerayan dikin.

Ji ber vê yekê em berpirsyariya înfazkirina her êsîrekî dixin stûyê raya giştî ya navneteweyî û rejîma îşxlaker.

Ji niha û pê ve em ê li gorî qaîdeyan bilîzin.

Bila bê zanîn yê ku hişyar dike bêguneh e!

...إن الحکم إلا لله... وَلٰكِنَّ اَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir