Tugayên Qassam: Di êrîşa îsraîlê de 4 îşxalkerên di destê me de mirin
Tûgayên Îzzeddîn Qesam baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku 4 îşxalkerên ku di êrîşa hewayî ya rejîma siyonîst ser Xezzeyê de êsîr hatibûn girtin, mirin.
Berdevkê Tûgayên Îzedîn El-Qassam Ebû Ubeyde diyar kir ku di encama bombebarana doh û îro de ji aliyê rejîma siyonîst ve li ser Xezzeyê 4 îşxalker hatin kuştin û endamekî Tugaya Qessam jî şehîd bû.
Ebû Ubeyde der barê nasnameya îşxalkerên ku di bomberdûmanê de mirine agahî neda. (ÎLKHA)