Li Fransayê pileya zarokên xeyrî meşrû zêde dibin
Li Fransayê pileya doximê, piştî hemû herbên welat ketîye pileya kêm ya rekorê encax pileya zarokên ku xeyrî meşrû tênê dinyayê jî ji sedî 57an derket sedî 65an.
Li gorî Enstîtûya Lêgerîna Aborî û Îstatîstîkîya Neteweyî ya Fransayê li welat di sala 2022yan de 726 hezar zarok hatine dinyayê. Pileya ev doximê, ji dawîbûna Herba Cîhanê ya Duyemîn heta niha reqema herî kêm hatîye qeydkirin.
Li gorî lêgerînê pileya doxima kêm di navebera pîrekên 25-34 salî de ye û hema hema li hemû herêmên Fransayê tê qeydkirin. Xeyn ji vana di pîrekên ji 40 salî zêdetir de jî pileya doximê zêde dibe.
Li gorî îstatîstîkan, di sala 2012an de emrê sala dayîka ku doximê dikir 30,2 ye, di sala 2022yan de ev derket 31,2yê, pileya doximê ya xeyrî meşrû jî di nav salan de ji sedî 57an derketîye 65an.
Nifûsa Fransayê di 1ê Çileyê de 68 milyon bû. (ÎLKHA)