• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Wanê şerê lihevnekirina erd: Mirîyek 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Kevenlîya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di navbera 3 malbatan de ji ber lihevnekirina erd bi çekan şer derket.

Li gorî îddîayan, nîqaşa ku di navbera 3 malbatan de ji ber lihevnekirina erd derketîye, di demeke kurt de mezin bû û bi derxistina dar, kevir û çekan ji şer re vegerîya.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Li gorî diyarîyên ewil di encama şer de Goksel B. Canê xwe ji dest da û yek jê giran 7 kesan jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Ekîbên polêsan li taxê ewlehîyeke mezin girtin û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir