• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Fîlîpînanê pevçûn: 6 îsyanker hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fermandarê Visayasa  Hêzên Çekdar yê Fîlîpînanê Korgeneral Benedict Arevalo got ku, di navbera artêş û Artêşa Xelk a Nû (NPA) de li bajara Kabankalana wîlayeta Negros Occidental pevçûn derket.

Arevalo diyar kir ku di encama pevçûnê de 6 îsyankarên Artêşa Xelk a Nû hatin kuştin, xeyn ji wana gelek çek û cebilxaneyan jî hatine bidestxistin.

Îsyankarên Komînist a (NPA)yê ji sala 1969an heta niha bi hikûmetê re şer dikin. Êrîşên xwe li alîyên gund û navçeyan zêde dikin û bi artêşê re pevçûnan dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir