• DOLAR 32.268
  • EURO 34.936
  • ALTIN 2430.29
  • ...
Li Îranê bahoza qûmê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Rewşa Awarte ya Sîstan-Belûçistanê Mecîd Muhibbî di daxuyaniya xwe de got, "Li bajarên Zabul, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nimrûz ên bakurê Sîstan-Belûçistanê ji ber bahoza qûm û tozê hin saziyên dewletê hatin girtin."

Rêveberê Giştî yê Meteorolojiyê yê Sîstan-Belûçistanê Muhsîn Heyderî jî diyar kir ku ji ber zêdebûna tozê li hewayê dîtina li Zabulê 800 metre û li Zehekê jî 500 metre kêm bûye.

Rayedaran hişyarî da welatiyan ku heta hewce nebe dernekevin derve, bi taybetî yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir