• DOLAR 32.215
  • EURO 35.058
  • ALTIN 2448.65
  • ...
Li Mêrdînê tir li nobedarê înşeatê qelibî: Mirîyek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li ber Lîseya Îmem Xetîp a Anadolîya Qîz ya Mehmet Akîf Înan ku li ser rêya Mêrdîn-Qoserê ye pêk hat.

Li gorî îddîayan tira bi plaqeya 47 ABH 654, li nobedarê înşeatê Ethem Çînê 58 salî ku dixwest di rê de derbasî alîyê dinê bibe qelibî.

Ji Çînê re li cîhê bûyerê midexeleya ewil hat kirin.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat dîyarkirin ku nobedarê înşeatê canê xwe ji dest da.

Cenazeya nobedarê înşeatê ji bo otopsîyê ji mergê re hat rakirin, derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir