• DOLAR 32.271
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2470.435
  • ...
Di komkirina fistiqên Sêrtê de mesaî bedewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komkirina Fistiqên Sêrtê ku ji bo Sêrtê debara herî muhîm e, berdewam dike.

Karkerên çandinîyê ên ku di seatên serê sibehê de dest bi komkirina fistiqan dikin, naylona di bin daran da radixin û daran dihêjikînin û fistiqan kom dikin.

Fistiqên ku di nav çewalan de tênê komkirin ji febrîqeyan re tênê şîyandin an jî di malê de tênê ziwakirin.

Karkerên ku sala parîn 200 lîre yewmîye distandin, îsal 400 lîre distînin.

“Talûkeya vê karê gelek zêdeye lê em mecbur in ku bixebitin”

Aynur Okana ku îfade kir ew 25 sal e di erdan de dixebite weha got, “Em di seat 5ê serê sibehê de tênê û di seat 4an de mesaîyê diqedînin. Zarokê min tineye, zilamê min seqet e û em jî ji ber feqîrîyê mecbur in ku vê karê bikin. Ji serê sibehê heta êvarê dixebitin, pereya ku em distînin jî qîma şîva du şevan dike. Ji ber feqîrîyê em derdikevin ser daran. Doh qîzeka me ji darê ket xwarê, pişta wê şikîya. Talûkeya vê karê gelek zêde ye lê em mecbur in ku bixebitin. Ji salê carekî fistiq derdikevin. Paşê jî em rêxa heywanan paqij dikin û di nav erdan de jî çapeyê dikin.”

“Vê karê ewqas giran e ku wek eşkenceyê ye”

Hanim Kaçara ku îfade kir ew 67 salî ye ji ber bêçaretîyê tê li vê derê, “Ez ji feqîrîyê têmê an ezê nedihatama li vê derê. Ez 67 salî me, ka ev karê li gorî emrê min e? Emrê min ji bona vê karê ne miseît e. Tiştekî min tineye. Zarokên min ezeb in, divê ez wan bizewicînim. Yan minê vê karê nekira. Rojê em 400 lîre distînin. Em di seat 5ê serê sibehê de hatinê û wê di 4an de biçin. Vê karê ewqas zore ku wek eşkeceyê bi min tê.”

“Ez bi pereya ku distînim lazimatîya mal dibînim”

Hasîbe Kaçar jî îfade kir ku vê karê gelek zor û zehmet e, ew mecbur dimînin ku ji serê sibehê heta êvarê bixebitin. Ez bi pereya ku li vê derê qezenc dikim, meqerne, rûn û tiştên wek wana distînim. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir