• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Nesla Quranê tev bi hevra bang kirin: Îbadeta ku ez ê ti dem dev jê bernedim Nimêj e!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fînala bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ya ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve tê kirin û li çar alîyê Tirkîyê hat tertîpkirin li Dîyarbekirê hat lidarxistin.

Ji bernameya ku di wargeha Camîya Hezretî Silêman de hat tertîpkirin re, gelek malbat û zarokên 7-10 salî beşdarî bûn.

Di meha Tebax û Îlonê de ji zarokên qîz û kur ên 7-10 salî re perwerdehîya nimêj, agahîyên dînî, fiqih, sîyer û Qurana Pîroz hat dayîn. Bi hezaran zarokên ku merhaleya perwerdehîyê dawî kirin, meydanê tijî kirin.

Pêşkêşkerîya bernameya ku bi xwendina Qurana Pîroz a ji teref Behayê Sûrîyeyî ve hat xwendin ji teref Fatîh Taş ve hat kirin. Zarokên ku gotinên muhîmtîya derheqê nimêjê de a Fatîh Taş dubare kirin, bang kirin ku “Îbadeta ku ez ê ti dem dev jê bernedim Nimêj e”

Di bernameyê de Medenî Taşê Perwerdeker axavtinek kir û weha got:

“Ev xuyanga ku mirov jê re xwezîyê xwe pê tîne enxac di dilên mumin de îmanê zêde dike”

Taş derheqê xuyanga zarokên ku di meydanê de kom bûbûne de balan kişand û weha got: “Jîyan bi nimêjê xweş e, jîyan bi nêmêjê bime’neye, jîyan bi nimêjê dibe wek cennetê, nimêj mirovan dibe cennetê. Ev xuyanga ku mirov jê re xwezîyê xwe pê tîne enxac di dilên mumin de îmanê zêde dike, mirovên ku di qelbê wan de nîfaq hene jî li hember ev tabloyê ji kîna xwe diqehirin. Çîroka vê tabloyê, dîroka vê xuyangê ji mêj ve heye. Dibe ku birayên me yên li vê derê haya wan jê tinebe ku ew xelqeya dawîn ya wê fedekarîyê ne, dibe ku haya wan jê tinebe ku ew karekî çawa baş û xweşik bikaranîtin. Bi îzna Xwedê ew ê zeman, vêya ji me re bi şekleke herî xweşik tefsîr bike.”

“Îbrahîm Eleyhîsselam ji bo riza Xwedê dev ji hezkirîyên xwe berda bû”

Taş di berdewama axavtina xwe de derheqê Kabeyê de ku çawa çêbûye kir weha axavtina xwe zêde kir:

“Wextekî zilamekî bihês malbata xwe, cîgera xwe, ewladê xwe û pîreka xwe ji ber ku Xwedê xwestibû û ji bo riza Xwedê di nav orta çolê de hêştibû û çibû. Bi dil û can duayê dikir, destê xwe ji Xwedê re vedikir û Wî digot: ‘Ya Rebbî, min hinek ji zarokê xwe li cem Mala te, di gelîyekî ku tiştekî tê de tineye de bicîh kirîye ku bila nimêj bikin. Ey Rebbê me ji îro pê ve berê dilê hinek kesan jî ji li vê derê re vegerîne, wan bi hinek rizqan bide riziqandin ku bila şikir bikin.’ Navê wî zilamê bihês Îbrahîm eleyhîsselam bû. Îbrahîm eleyhîsselam wê rojê ji bona Xwedê dev ji hezkirîyên xwe berdabû û li paş xwe jî nenêrtibû. Ji wê rojê heta îro kîjan bav ji bo doza Xwedê dev ji hezkirîyên xwe berdaye, li pişta xwe jî nenêrtîye û çûye, wî bavê ku van tiştan kirîye sinneta Hezretî Îbrahîm bicîhanîtîye, wî bavê karekî Îbrahîmî kirîye.

Hezretî Îbrahîm li paş xwe nenêrtibû. Xwedê Teala jî ji wî re litfan kiribû. Ew der bûbû Beytullah, însanan kom bi kom çûbûn li wê derê. Û dûre duayekî dinê jî hebû. Litfa ku Xwedê Teala ji Hezretî Îbrahîm re dabû ne ev tenê bû. Çîmkî ew bi xwe ewakî gotibû: Bîsmîlahîrrehmanîrrehîm ‘Ey Rebbê min! Ji min û nesla min, me ji wan kesên ku nimêjên xwe rasterast dikin bike û dua min qebûl bike.’ Xwedê Tala dua wî qebûl kiribû, ji nesla wî herî birûmetdarê însanan Hezretî Muhammed Mistefa eleyhîsselam hatibû. Hezretî Muhammed jî ji wan kesên ku di Ke’beyê de nimêjê dikir bû. Carna bi tena serê xwe, carna jî bi tevî dîya me Hezretî Hatîce re, carna jî bi tevî Hezrertî Elî re nimêjê dikir… Bi înada şîrk û kifrê, wek bi qîrînî di qîyamê de disekinîya. Ew dûçarê heqaretan dibûn, ew dûçarê ezîyetan dibûn, ji ser serê wan re pîsîtîya heywanan dirijandin, ji rêya wan re histrî dihatin danîn, rêyên wan bi koza agir dihatin astengkirin. Lê Resûlê Xwedê dev jê bernedida û hêvî dikir ku ew ê bi van nimêjan neslekî bê perwerdekirin. Ew li hêvîya perwerdekirina Hezretî Elîyan, Hezretî Emmaran, Hezretî Bîlalan û Hezretî Musaban bû.”

“Di her demî de mirovên ku ji bo nimêjê bedêlê dane hebûne”

Medenî Taş di berdewama axavtina xwe de îfade kir mirovên ku nimêjê kirine di dîrokê de daîma bedêlê dane. “Nimêjên me li ser nezirkirina Hezretî Îbrahîm ji me re mîras maye. Ev nimêjên me ji samîmîyeta Hezretî Muhammed ji me re maye. Van nimêjên me ji êtîmtîya bêkesan ji me re gihaştîye. Micadeleya bi nimêjê a di dîroka Îslamê de li vê derê dawî nebûye. Di dîrokê de, her dem mirovên ku ji bona nimêjê bedêl dane hebûne. Encax ez dixwazim ku bala we ji dîroka nêz re bikşînim, ez dixwazim ku bala we ji pêvajoya 28ê Sibatê re bikşînim. Çîmkî di wê dewrê re di dibistana navîn de di lîseyê de di warê kirina nimêjê de gelek zehmetî û pirsgirêk hatine kişandin. Bi taybetî mirovên ku di emrê me de ne di dibistanan de pirsgirêk û zilma 28ê Sibatê kişandine. Çîmkî wan rojan rojên wisa bûn ku di dibistanan de mescîd tinebûn, wan rojan rojên wisa bûn ku dema te nimêj bikirana te tespît dikirin. Wan rojan rojên gelek zehmet bûn ku me di sinifan de berê maseyên xwe dida qîbleyê û bi lez nimêja xwe dikir, hevalekî me jî di qorîdorê de nobedê digirt. Me demên ku em ji Nimêja Înê vedigerîyan îdarevanên dibistanê yên ku di destê wan de dar û demir hebûn û li bêvîya me bûn dît. Em neslekî ku ji bona nimêja Înê ji dîwaran dikşîyan û cil û bergên wan di têlan de dima û diqetîyan bûn. Wa digel ev qas zor û zehmetîyê me ti dem dev ji nimêja xwe berneda.”

“Ji bo Xwedê em hewesa wan mirovên ku çavên xwe ji nimêja zarokên me re berdane di dilê wan de bihêlin”

Taş di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Dema ku ez gotinên xwe dawî dikim, ji we re emanetekî dihêlim: Zarokên me yên biqîmet, dê û bavên me! Ji bona Xwedê em vê qezenca ku bidestxîstîye mezintir bikin. Ji bona Xwedê mescîdên xwe û camîyên xwe cardin êtîm nehêlin û ji bona vêya jî bixebitin. Ji bo Xwedê em hewesa wan mirovên ku çavên xwe ji nimêja zarok û ciwanên me re berdane di dilê wan de bihêlin, di wê dîroka tarî de bihêlin.”

Piştî axavtina Medenî Taş Xoce bername bi îlahî û merşan berdewam kir. Zarokan jî di bernameyê de îlahî û merşan gotin.

Zarokên ku di berdewama bernameyê de derketin platformê ayet û hedîsan parve kirin, derheqê muhîmtîya nimêjê de axavtinên kurt kirin.

Piştî azana temsîlî ya ku zarokekî biçûk xwend, zarokên qîz û kur nimêjê kirin.

Bi avêtina kuman ji hewayê re a ji teref zarokan ve xuyangên xweş derket holê.

Di dawîya bernameyê de ji zarokên ku beşdarî bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” re bûbûn, gazî platformê hatin kirin û ji wan re sertîfîqayên wan hat dayîn.

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)



































































Bu haberler de ilginizi çekebilir