• DOLAR 32.253
  • EURO 34.696
  • ALTIN 2398.089
  • ...
Banga pîreka mexdûr
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Herêma Sanayiya Organîzeya Înegola Bûrsayê di 31ê gulana 2022an de di fîrmayeke daristanê de qazan teqiya bû.

Di bûyerê de Bunyamîn Hiçyilmaz, Aydin Toprak û Omer Coşgun canê xwe ji dest dabûn.

Bunyamîn Hiçyilmaz, zilamê Elîf Hîçyilmazê bû.

Elîf 19 saliye û keça wê ya yek salî heye. Li Stenbolê di bin şert û mercên dijwar de mucadeleyê dide.

Malbata Hîçyilmazê bi îddîaya îhmalê daw û doz li mahkemeyê vekir. Lê ev mahkeme ev sal û nîve nayê bidawîkirin. Ji ber vê yekê malbatê mexdûr dike.

Elîf Hîçyilmaz bi alîkariya xêrxwazan di xaniyekê kirê de li Stenbolê dimîne û got zilamê wê ji ber îhmalê canê xwe ji dest daye.

Hîçyilmaz di axavtina xwe de weha got, “Lênêrîna qazanan nedihat kirin. Beriya ku zilamê min rehmet nekiribû hertim digot, wê ev qazan rojekî biteqe. Nêzê 6 salan berê jî, ji ber van sebaban teqînek qewimî bû. Wexta carînan tamîr dikirin jî teqîn pêk dihat. Wê wextê jî xwediyê kar digot emê mexdûryeta we çareser bikin. Lê bi tu awayê mexdûrîyetên me nehatin çareserkirin.”

Pîreka ciwan destnîşan kir ku ew bi alîkariyan li ser piya disekine û ji bo lihevkirinê bang li fîrma û malbata Bunyamîn Hîçyilmaz kir. Ji ber ku lihevhatin pêk nayê ew mexdûr dibe.

Hîçyilmaz, “Di serî de xwestin ku li hevdu werin. Lê wê demê êş û jana me hêj teze bû. Me nexwest.  A niha em dixwazin lihevkirin pêk bê lê ew xwe nade ber. Digel ez vê yekê dibêjim jî, dibêje emê bi malbatê re lihev bên. Ez dixwazim êdî ev mahkeme bi dawî be. Lewra mexdûyeta me herku diçe zêde dibe. Ez dixwazim pêşeroja keça min bi mexdûrîyetan derbas nebe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir