• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di kampa Fîlîstîniyan de pevçûn: 6 mirî, 20 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Libnanê di kampa ‘Eyn El Hîlwehê ya herî mezin a koçberên Fîlîstînê têde dimînin de pevçûn derket. Hat îfadekirin, pevçûn di navbera El Fetîh û komên din ên Fîlîstîniyan de derketiye.

Piştî agirbesta di 11ê îlonê de hatibû îlankirin, pevçûn ji nû ve qewimî. Di encama pevçûnan de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Ji 7ê îlonê vir ve pevçûn di kampê de dewam dikin. Heya îro 12 kesan canê xwe di van pevçûnan de dan. Zêdetirê 120 kes jî  birîndar bûn.

Di nav alîgiran de pevçûn cara ewil di 29ê meha Tîrmehê de destpêkiribû. Sûîqest li lîderê komeke hatibû kirin. Di nav de yek ji fermandarê El Fetîhê û 4 hevalên wî bi tevahî 13 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Li Libnanê 12 kampên koçberên Fîlîstînîyan hene. Di van kampan de nêzê 400 hezar kes di kampan de dimînin.

Di kampa Eyn El Hîlwehê de jî nêzî 54 hezar Fîlîstînî dimînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir