• DOLAR 32.262
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2399.989
  • ...
Berdevkê HUDA PARê Emîroglu: Ger ku Misilmanan bêdeng bimînin ew ê neyarên Îslamê wêrektir bibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emîroglu derheqê qedexeya Hîcabê ya li Fransayê û krîza însanî ya li Sudanê de nirxandinan kir.

Li Fransayê qedexeya hîcabê

Yunus Emîrogluyê ku bîr xîst bireveberîya neyarê Îslamê ya Fransayê ku welata hejmarê Misilmanên ku li Ewrupayê dijîn herî zêde ye, di dibistanan de lixwekirina abayê (cilê dirêj) qedexe kirîye weha got, “Di têketina dibistanan de wek di dewra 28ê Sibatê a li Tirkîyeyê odeyên îknayê hebûn cilên xwendekaran tênê kontrolkirin, xwendekarên ku naynê îknakirin jî ji malê re tênê şîyandin. Fransa sedcaran îtîraf kiribû ku ew civakeke bê Îslam ya Ewrupayê saz bike û belavbûna hemû qedexeyên a ji nirxên Îslamê re tênê kirin belavê Rojavayê bibe armanc dike. Zêdebûna êrîşên li dijî Îslam û nirxên Îslamê ya ku di bin parastina rêveberên welatên Rojavayê de tênê kirin ev tiştê bi zelalî nîşan dide.”

Emîroglu bal kişand ku Fransayê çend sal berê bi dehan camîyan girtibû û bi devên fermî Îslamê bi ‘teror’ê re eleqe kiribû, ji ber ku alema Îslamê ji ev rewşê re bêdeng mabû îro vê gavê davêje û dûre wî weha got: “Li Ewrupayê azadîya dîn û hurîyeta bi milyonan Misilmanan di bin tehdîdê de ye, alema Îslamê jî wek berê îro jî bêdeng dimîne. Ger ku raya giştî û bireveberîyên Misilmanan li hember bireveberîyên neyarê Îslamê mueyîdeyên ku wan ji van gavan paşve bixe navêjin, van qedexeyên ku Îslamê hedef digre ew ê berfireh bibe û belav bibe. Ji bona ku azadîya Misilmanên li Ewrupayê dijîn, ji bona ku miameleyên biqedexeyî ya bireveberîyên neyarên Îslamê dawî bibe divê hemû Misilmanan bi lez û bez dest bi hereketê bikin.”

Drama însanî ya li Sudanê

Emîrogluyê ku diyar kir li Sudana ku di sala 2021an de bi derbeya leşkerî rêvebertî dest guhart û ji meha Nîsanê vir ve herba navxweyî tê jîyandin, ji ber vê yekê li welatê ku bi milyonan însanan bi talûkeya birçîbûnîyê re rûbirû ne û drama însanî jî roj bi roj zêde dibe.

Emîroglu bal kişand ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Sudanê herî kêm 6 milyon însan bi xelayê re rûbirû ne weha got, “Xeyn ji vana Komîsertîya Bilind a Mafên Însan ya Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku nasnameya hinek însanên ji 4 hezar mirovên ku di pevçûnan de canê xwe ji dest dane ne nehatine tespîtkirin û ji ber vê yekê ew nehatine definkirin.”

Emîroglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ji hemû alîgirên li Sudanê re bang dikin ji bona ku pevçûnan dawî bikin, ji bona ewlehî, aştî û îstîqrara welat pirsgirêkên xwe bi rêyên mizakereyî çareser bikin. Xeyn ji vana em ji NY û sazîyên alîkarî ya navneteweyî re jî bang dikin ku bira ji xelkê Sudanê re di warê xwarin, derman û amûrên jîyanî de alîkarîyê bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir