• DOLAR 32.234
  • EURO 35.373
  • ALTIN 2521.314
  • ...
Beheneya Emrîqaya îşxalker: 11ê îlonê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emrîqaya îşxalker vê tarîxê ji xwe re kir behene û li ser alema Îslamê plan, desîse û îşxalan kir. wî Lîbyayê bombebaran kir.  Li Misrê darbe da kirin, Sûriyê guherand cîhê şewatê. Li Tirkyeyê hewldayina darbeyê kir. Qudus kir paytextê sîyonistan. Û hêj êrîşên Emrîqa û mutefîkên wî li alema Îslamê berdewam e.

Di 11ê îlona sala 2001an de li Emrîkaya ku li dinyayê herî bi hêz û xurt e, navenda tîcareta dinyayê ya New Yorkê, quleyên cêwî, pentagon, navendên tîcarî, eskerî û siyasî bi teyareyan hedef hatin girtin.

Di teqîna ku pêk hat de her du quleyên mezin hilweşiyan. Teyareya sêyemîn bînaya pentegona Wahşîntonê kir bin hedefa xwe. Di buyeran de 2 hezar û 974 Emrîkayê mirin, 24 kes winda bûn. ev beyana beyana resmî ya Emrîkayê ye.

Di salvegera êrîşan de serokê Emrîqayê George W. Bush weha gotibû, “Ev yek pevçûn û şerê medenîyetan e.”Bi vê awayê, Efxanistan û Iraq hat îşxalkirin. Misilmanên li Emrîqa û Ewrûpayê ji heyata rojane hatin dûrxistin. Herwiha ev êrîşan bahane kirin û tedbîrên gelek zêde ên ewlehîyê hatin girtin. Herî zêde Misilman ji vê rewşê tesîrdar bûn.

Ji 11ê îlona sala 2001an vir ve bîlxasa di alema Îslamê de, piştî îşxala Efxanistan û Iraqê, Emrîqa û mutefîkên wî xwestin xerîceyên 22 welatên Îslamê biguherînin.

Emrîqa piştî îşxala Efxanistanê di sala 2003an de Iraqê îşxal kir. Vê carê çek û  sîlahên kîmyevî yên Sadam Huseyîn ji xwe re kir bahane. Paşê hat hînkirin ku ev îddîa jî ne rast e. Ji xwe Emrîqayê jî îtîraf kirin ku ev çek û sîlahan li Iraqê tunene.

11ê îlonê ji bo erdnigarîyê bê îşxalkirin bûbû bahane. Bi vê bahaneyê Iraq û Efxanistan hat îşxalkirin. Lîbya jî hat bombebarankirin. Li Misrê darbe hatkirin. Sûriye guherandin cîhê şewatê. Ji bo li Tirkîyeyê darbe bê kirin hewla darbeyê organîze kirin.

Bi beheneya 11ê Îlonê bi hezaran kes wek êsîr li Guantanamoyê hatin girtin.

Li vê derê maf û heqên însanan hatin îhlalkirin.

Paşê hat hînkirin li vê derê li fîzîkên van êsîran îşkence hatiye kirin. Herwiha îşkenceya psîkolojîk jî li wan hatiye kirin.

Belê îro 11ê îlonê di vê tarîxê de kevir li ser keviran nema. Piştî îşxala sovyetan, çawa ku Rûs ev welat terk kir, Emrîqa jî ev welatê terk kir. Di vê rojê de bi sedhezaran kes hatin qetilkirin.

Zarok êtîm pîrek jinebî, bav bê zarok man. Di vê rojê de Emrîqaya qatîl li Iraqê mîlyonek nîv insan qetilkir. Herwiha bi hezaran mezlûm di vê rojê de hatin qetilkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir